PeyamaKurd – Şanda Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re, li ser vegera tîma YNKê bo nav civînên encûmenê hevdîtin kir.
Li gorî zanyariyan Qûbad Talebanî ji bo vegera YNKê ya nav hikûmetê û beşdariya civînên encûmenê, du merc pêşkeşî şanda Encûmena Wezîran a ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibûn şandin kir. Talebanî, ji bo vegerê daxwaza çareserkirina pirsgirêkên darayî-budçeyê yên Silêmaniyê û dabînkirina rewşa ewlekariya Silêmaniyê kir.
Hat zanîn ku qutkirina budçeya Antîterora YNKê û çareserkirina doza kuştina Hewkar Caf jî mijarên sereke ne ku di nav van herdu mercan de cî digirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî û wezîrên din ên YNKê tevî hemû bangewaziyan jî ji Cotmeha sala 2022yan ve beşdarî civînên encûmenê nabin.
Doza kuştina Hewkar Caf ku berê endamê Dije Terora YNKê bû û 7ê Cotmehê li Hewlêrê bi sûîqesteke bombeyî hatibû kuştin, bûbû sedem ku YNK beşdarî xebatên hikûmetê nebe. Di encama lêpirsîn û mikurhatinan de, derketibû holê ku fermana kuştina Hewkar Caf ji aliyê berpirsê Dije Terora YNKê Vahap Helebeceyî ve hatiye dayîn.
Dadgehê biryara girtina Helebceyî dabû ku YNKê radestkirina wî red kiribû û civînên kabîneya hikûmeta Kurdistanê jî boykot kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin