Nêçîrvan Barzanî balyoza Amerîka ya Bexdayê Romanowski qebûl kir

Nêçîrvan Barzanî balyoza Amerîka ya Bexdayê Romanowski qebûl kir

PeyamaKurd - Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Di qebûla Barzanî de Romanowski ragihand ku Amerîka amade ye pêwendiyên xwe bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re pêşde bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Romanowski li ser rewşa siyasî, ewlehî, êrîşa Îranê ya ser Erbîlê, li ser têkiliyên navbera Erbîl-Bexdayê, têkiliyên Amerîkayê yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re axifîn.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de babeta Rojhilata Navîn jî mijara wan bûye.

Artêşa Îranê an ku Pasdarên Îranê bi 11 fuzeyên balistik êrîşê ser payîtexta Kurdistanê Hewlêrê kiribûn û di êrîşê de bi fuzeyê li xaniyê Kurdê karsazê Kurdistanê yê bi navê Pêşrew Dizayî xistibûn.

Di encamê de Dizayî, keça wî ya ku hêj nebûbû yek salî Jîna Dizayî, karsazê li Bexdayê dima û bi mêvandarî çûbû mala Dizayî yê bi navê Kerem Mikaîl, 2 kesên din di êrîşa Îranê de can dabûn û 16 kes jî di êrîşê de birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin