PeyamaKurd - Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ku ji ber daxuyaniyên xwe yên derbarê lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî di şerê dijî PKKê de, Cotmeha 2022yan hatibû girtin, îro 11ê Çileya 2023ê derket pêşberî dadgehê. Dadgehê tevî cezakirina bi 2 sal û 8 mehan a Fincancî biryara tehliyekirina wê da.
Dadgeha Stenbolê ji bo Şebnem Korur Fincanci, bi tohmeta propagandaya rêxistina terorê 7 sal û 6 meh cezaya girtîgehê dixwest. 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 2 sal û 8 meh û 15 roj ceza da Fincanci, lê ji ber ku cezayê ku jê re hatiye diyarkirin, ji 3 salan kêmtir e serbest hat berdan.
Seroka TTB Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmehê îhtimala bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî PKKê anîbû ziman û daxwaza lêkolînkirinê kiribû, 26ê Cotmehê li Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hatibû binçavkirin û 27ê Cotmehê bi biryara dadgehê hatibû girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin