Çîn û Talîbanê li hev kir: Dê li petrolê bigerin!

Çîn û Talîbanê li hev kir: Dê li petrolê bigerin!

PeyamaKurd- Ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve hat ragihandin ku di navbera hikûmeta demkî ya Talîbanê û Kompaniya Çînî ya CAPEICê de ji bo lêgerîn û derxistina petrolê, peymaneke girêbestê hatiye destnîşankirin.

Li ser mijarê, Alîkarê Serokwezîrê Rêveberiya Talîbanê Abdulganî Birader, Alîkarê Wezîrê Maden û Petrolê Şahabedîn Dilaver, Balyozê Çînê yê Kabîlê Wang Yu û rayedarên kompaniyê, beşdarî merasima destnîşankirina peymana girêbestê ya li paytexta Efxanîstanê ya Kabîlê bûn.

Hat diyarkirin ku dê li gorî peymanê, li Çemê Amû ya li bakurê Efxanîstanê, li petrolê bê lêgerîn. Hat zanîn ku li gorî vê yekê, li parêzgehên Juzcan, Faryab û Ser-i Pol ên bakurê Efxanîstanê, bi giştî li qadeke 4 hezar û 500 kîlometre çargoşe dê lêgerîna petrolê bê kirin.

Her wiha hat eşkerekirin ku tê çaverêkirin kompaniya Çînî, di sala pêşî de 150 milyon dolar û di 3 salên pêşî de jî bi giştî 540 milyon dolar veberhênanê bike.  Hat diyarkirin ku maweya peymanê 25 sal e, lê belê heke kompaniya Çînî di nav 1 salekê da erkên xwe bi cih neyne, dê peyman bi awayekî jixweber betal bibe.

Hat ragihandin ku di projeyê de pêşî dê ji % 20 para Talîbanê bi dest bixin û bi demê re ev dpar ê bibe ji % 75, bi projeyê jî dê ji 3 hezar welatiyên Efxanî re derfetên kar bê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin