Di navbera Tirkiye û Ermenistanê de bazirganiya asmanî dest pê dike

Di navbera Tirkiye û Ermenistanê de bazirganiya asmanî dest pê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Ermenistanê de, ji aliyê herdu welatan ve pêngaveke nû hat avêtin ku hemû astengên li pêşiya veguhestina bazirganiya asmanî hatin rakirin.

Li gorî nûçeya medya Tirk ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk, piştî hevdîtinên navbera nûnerên taybet ên Ermenistan û Tirkiyeyê yên bo proseya normalkirina pêwendiyan hatine erkdarkirin, ji 1ê Çileya 2023yan ve rê li ber bazirganiya kargoya asmanî hatiye vekirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Wezareta Bazirganiya Tirkiyê, ji vê biryarê hinardekarên ku di navbera herdu welatan de bazirganiyê bikin jî agahdar kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin