PeyamaKurd – Hate tomarkirin ku li Misirê rezerveke mezin a gaza xwezayî di bîrên Nergisê yên li Derya Spî de heye.
Li gorî nûçeya rojnameya El-Ahram a Misrê, Wezîrê Petrol û Çavkaniyên Madenê Tariq El-Molla di civîna îro ya komîteya enerjiyê de derbarê vedîtina nû de daxuyaniyek da.
Keşfa herî girîng
Molla diyar kir, rezerva gazê ya li Nergis-1X ku yekem bîra sondaja deryayî ya Misrê ye di bin nirxandinê de ye û got, ev rezerva piştî zeviya Zohr keşfa herî girîng e.
Molla diyar kir, wê di rojên pêş de hûrguliyên derbarê rezerva di bîrê de bên eşkerekirin.
Tê texmînkirin, li Narcissus-1X 3,5 trîlyon metrekup rezervên gazê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin