Saxewan Ebdullah: Yasaya bûdçeya Iraqê bi sêweyeke sovenîstî hatiye nivîsandin

Saxewan Ebdullah: Yasaya bûdçeya Iraqê bi sêweyeke sovenîstî hatiye nivîsandin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, li ser yasaya budçeya Iraqê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ragihand ku yasaya budçeyê şêweyeke şovenîstî li dijî mafên Kurdan hatiye nivîsandin.

Ebdullah di civîna taybet a veberhênan û geştiyariyê ya li Hewlêrê de got, yasaya bûdçeya Iraqê bi şêweyeke şovenîstî li dijî mafên Herêma Kurdistanê hatiye nivîsandin, ji ber ku li şûna ku projeyasaya darayî be, bi pirseke siyasî hatiye dorpêçkirin.

Şaxewan Ebdullah diyar kir, “Li gor yasaya bûdçeya Iraqê, divê Bexda mehane 750 milyar dînar tenê ji bo mûçeyên karmendan bişîne, ev ji bilî budçeya veberhênanê ye.”

Li ser rewşa Kerkûkê jî Şaxewan Ebdullah got, hinek alî ku di nav wan de Kurd jî hene dixwazin bi teqekirina li hêzên ewlehiyê, xwepêşandanên aram ên Kerkûkê têk bidin û bi vî awayî jî peyama Kurdên Kerkûkê negihe cihê xwe.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Iraqê biryar daye ku mehane tenê 500 milyar dînar ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne, lê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînar heye û tiştên ku hikûmeta Iraqê dişîne têra mûçeyan jî nake.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin