Erdogan: Em destûrê nadin baronên Qendîl û Sûriyê…

Erdogan: Em destûrê nadin baronên Qendîl û Sûriyê…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di merasîma vekirina pîsta duyem a Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê de axaftinek kir û li ser rojevê daxuyaniyê dan.

Erdogan, ji ber îmze nekirina belavoka parlamentoyê ya derbarê şermezarkirina PKKê Partiya Komarî ya Gel (CHP) rexne kir û got, “Em destûrê nadin ne Qendîl û baronên wan ên Sûriyê, ne jî yên benê xayînan di destê xwe de girtine, me ji rêya me vegerînin.”

Erdogan, li ser nêzîkbûna CHPê ya beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara  2024an, ber bi DEM Partiyê ve diyar kir, “Em meydanê ji yên bi terorê re dimeşin û ji bo çend dengan wergirin îradeya xwe radestî Qendîlê dikin û dibin destikê derî ji wan re, nahêlin.”

Erdogan got ku ew bi sebir amadekariya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê dikin û hêvî dike, kes deriyê xwe ji wan re veneke ku mebesta wî CHP û DEM Partî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin