PeyamaKurd- Serok Barzanî bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert re civiya û ragihand, Dadgeha Federalî şûna desthilata yasadananê girtiye û biryarên siyasî yên bi awayekî rêzê li qewareya Herêma Kurdistanê negre distîne.
Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Nîsanê pêşwazî li Nûnera taybet a Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jenine Plasschaert kir.
Di civîna ku bi taybetî rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin de, Jenine Plasschaert bal kişand ser rola Serok Barzanî û PDKê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de û got, haya wê jê heye ku ev du sal in PDK amade ye hilbijartinan di dema xwe de bên kirin û niha jî têdigihin nîgeraniyên PDKê yên derbarê hilbijartinan de û tekezî li ser pêwîstiya beşdariya PDKê di hilbijartinan de kir û got ku pêkanîna hilbijartinan bê PDK pêvajoyeke zehmet e.
Serok Barzanî sedemên helwesta PDKê rave kir û got, Dadgeha Federalî şûna desthilata yasadananê girtiye û biryarên siyasî ne û ne bi awayekî ne ku rêz li qewareya Herêma Kurdistanê bigire.
Serok Barzanî got, “Bêparkirina pêkhateyan ji nûneratiya wan dê ziyaneke mezin bigihîne pêkvejiyana ku bi dehan salan e gelê Kurdistanê ji bo wê têdikoşe. Divê rêz li mafên pêkhateyan bê girtin ji ber ku ew neteweyên cuda ne û divê hest bi hebûna xwe li Kurdistanê bikin. Parlameneke bê neteweyên din, dê parlameneke kulek û netemam be.”
Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinê kir û diyar kir, pêwîste hilbijartineke ku îradeya gelê Kurdistanê nîşan bide, azad û şefaf û dûr ji destêwerdanên derve û dîzayna pêşwext a encaman be.
Serok Barzanî bibîr xist, PDKê li Herêma Kurdistanê damezrînera rewatî û hilbijartinê bû û bi xwe jî di sala 1991ê de li Koyê got ku divê em ji rewatiya şoreşgerî derbasî rewatiya yasayî bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin