PeyamaKurd – Lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê, di derbarê guftûgokirina çend pirsan dicive.
Li gor Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî diyar kir, bo guftûgokirina pirs û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê, bi taybet babeta rêkeftina Şengalê û çend pirsên din, lijneya wan dicive.
Rojbeyeyanî herwiha destnîşan kir û got, guftûgo li ser pirsa vexwandina berpirsên ewlehî û sivîl ên qeza Mexmûrê em ê bikin, ku biryare demeke kurt de, di derbarê rewşa qeza Mexmûrê de ji parlamentoyê re bên vexwandin: ‘‘Ji bo li ser rewşa navçeyê, zanyarî û têbiniyên xwe ji lijneya me re bibêjin.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin