PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Dîrektorê CIA William Burns û Serokê MOSSADê David Barnea piştî gotûbêjên ji bo agirbesta demkî ya li Xezzeyê û serbestberdana dîl û girtiyan ji Qeterê vegeriyane.
Rayedarekî Qeterî ku nexwestiye navê xwe aşkere bike da zanîn ku Dîrektorê CIAyê William Burns derengê şeva borî piştî gotûbêjên di derbarê agirbesta demkî ya li Xezzeyê û serbest berdana 134 welatiyên Îsraîlê ku di destê Hemasê de ne, ji Qatarê vegeriya ye.
Ji aliyê din ve hate ragihandin ku Serokê MOSSAD'ê David Barnea jî bi hin rayedaran re ji Qatarê derketiye û vegeriyaye Îsraîlê.
Hat destnîşankirin ku Burns û Barnea ji bo gera dawî ya hevdîtinan agahî bidin tîmên xwe vegeriyan welatên xwe. Hat ragihandin ku di danûstandinan de alî, li ser hûrgilî û rêjeya dîl û girtiyan rawestiyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin