PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de, bi sedema ‘roja penaberan’ peyamekî belav kir û got:
“ Herêma Kurdistanê bo penaberan ciyekî bi hûzûr e. Hukumeta Herêma Kurdistanê, penaberên Kurdistana Rojava, Sûriye û yên ku ji bajarên Iraqê hatine ku jimara wan li dora yek mîyon û 100 hezarin, pêdiviyên wan temîn dike û pêşwaziya wan dike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo ‘roja penaberan’ got ku ew hêvî dike dinya penaberan bibîr bîne û weha dewam kir:
“Divê bingeheka saxlem bê avakirin da em karibin penaberan bi derfetên xwe bişînin cîh û warên wan yên berê. Bo wê jî pêdiviya me bi desteka navdewletî û darayî heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin