Altan Tan, siyaseta Demirtas rexne kir

Altan Tan, siyaseta Demirtas rexne kir

PeyamaKurd- Parlamenterê HDPê yê berê Altan Tan ragihand ku tundî û demokrasî bi hev re nameşin û pê ve girêdayî diyar kir ku ew siyaseta Hevserokê HDPê yê berê Selahadîn Demirtaş  xelet dibîne.

Altan Tan, di bernameya ku beşdar bû de axivî û rexneyên xwe yên derbarê Hevserokê HDPê yê berê ku di girtîgeha Edîrneyê de girtî ye, ragihand.

Siyasetmedarê Kurd diyar kir ku wî bixwe ji Demîrtaş re gotiye ku  "Çek, tundî, demokrasî û parlamento bi hev re nabin, divê tu bikaribî vê yekê bi zelalî bibêjî."

Tan amaje bi bi yekê kir ku Demîrtaş li ser van gotinên wî gotiye ku “Heger ez van tiştan bibêjim, çiya heye; dê bertek çêbibin.”

Altan Tan, van gotinên Demirtaş wekî ‘vizvizokî’ pênase kir û vê rêbaza wî ya siyasî rexne kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin