PeyamaKurd- Amerîkayê, êrîşa li ber avahiya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ya li paytext Enqereyê şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyeyê ya di têkoşîna li dijî PKKê de dubare kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, li ser pirseke li ser mijarê di civîna çapemeniyê ya rojane de got, "Em di têkoşîna li dijî PKKê de li gel hevkarê xwe yê NATOyê Tirkiye û gelê Tirkiyeyê ne."
Miller destnîşan kir ku ew wê êrîşê bi tundî şermezar dikin û diyar kir ku PKK ji aliyê Amerîkayê ve wekî "rêxistina terorê ya biyanî" tê qebûlkirin.
Miller peyama biryardariya di têkoşîna hevpar a bi Tirkiyeyê re ya li dijî PKKê de da û got, "Em bi biryar in û di têkoşîna li dijî PKKê de em ê li cem Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê bin.
Me hay ji metirsiya ewlehiyê ya PKKê li ser Tirkiyeyê heye û em Tirkiyeyê teşwîq dikin ku hevkariya xwe ya hevbeş li dijî terorê bi Iraqê re berdewam bike ku bi awayekî ku piştgirî û rêzê li serweriya Iraqê bigire."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin