Serok Barzanî: Tevî hemû êsan jî gelê Kurd neketiye pey tolhildanê

Serok Barzanî: Tevî hemû êsan jî gelê Kurd neketiye pey tolhildanê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Hezîranê li Selaheddîn pêşwaziya şanda Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Serok Barzanî di civînê de bal kişand ser berdewama metirsiya îdeolojiya DAIŞê û bi bîr xist ku ligel hemû êş û azarên bi gelê Kurd hatine jiyandin jî gelê Kurd ti carî neketiye pey tolhildanê.

Malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî da xuyakirin, roja sêşem 18.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Kerîm Esed Ehmedxan Yarîdeder û Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞ û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Şêwirmendê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina NY yê ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞ, pesnê rola Serok Barzanî ya li rûbirûbûna terorîstên DAIŞê da û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li têkşikandina terorîstên DAIŞ derbirî.

Herwiha Serok Barzanî li erk û karê xwe agahdar kir ku ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY ve ji bo lêkolîna li tawanên DAIŞ pê hatiye raspardin û destpêkirina proseya dadgehkirina wan endamên DAIŞê ku destên wan li tawanan da hebûye.

Di daxuyaniyê de ji bilî balkişandina şikandina DAIŞê li rûyê serbazî ve hat gotin ku ew tawanên li Iraq û Kurdistanê ji aliyê DAIŞ ve hatine encamdan dikevin çarçoweya jenosaydê.

Tekez jî li wê yekê kir ku hewla rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo dadgeh kirina tawanbarên DAIŞ, bi navê cûdakirina tawanbaran û rexsandina bingeha aştevayî niştîmaniye. Daxwaz jî kir ku aliyên peywendîdarên li Herêma Kurdistan û Iraqê hevkarê tîma rêxistina Neteweyên Yekgirtî bin. Her wiha ragihand ku li vê erkê da pêwîstî berdewamiya şîret û rênîşandana Serok Barzanî heye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî pêzanîna wê biryara rêxistina Neteweyên Yekgirtî, bi erkekî pîroz da zanîn û piştevaniya xwe ya tevahî ya bi navê dadgeh kirin û sizadana tawanbarên DAIŞê ji bo vê hengavê ragihand.

Her li vê civînê de Serok Barzanî hêmaya qurbanîdana gelê Kurdistan û Pêşmerge da li şerê terorîstan da û tekez li wê yekê kir ku ji bilî wan hemû êşên li ser gelê Kurdistanê da hatine, gelê Kurdistanê bi navê vekirina rûpelekî nû û aştevayî da tu demekî dest ji bo tolhildanê nebiriye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste ser gefên DAIŞê û ragihand ku raste DAIŞ li rûyê serbazî ve şikaye lê belê gefên DAIŞê her mane û ew gef tevahiya cîhanê kiriye armanc.

Serok Barzanî eve jî bi şanda mêhvan ragihand ku armanca terorê dirustkirina nakokî û dijayetiya di navbera olan de ye û eve jî babetekî metirsîdare. Ji bo wê yekê rûbirûbûna wê metirsiyê hewl û hemahengiya hemû aliyên navdewletî pêwîste.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin