PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, êrîşên mûşekên balîstîk û dronî yên ku ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêk hatin bi tûndî riswa û şermezar kir û got: Dikarin me bikujin lê dilrast bin ku nikarin vîna me bişkênin."
Serok Mesûd Barzanî, di derbarê êrîşên mûşekî û dronî yên li dijî Hewlêrê de peyamek pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de bi bîr xist ku beriya niha jî Hewlêr rastî êrişên rejîma Îranê hatiye û got: “Herkes dizane ku Hewlêr ji 2020î ve rastî bi dehan êrişên nerewa yên mûşekî û firokeyên bêmirov tê. Ev êrîş zulm û neheqiyeke aşkere ya li dijî gelê Kurd e."
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
"Berpirsên van tawanan û yên li pişt wan baş dizanin ku buxtan, behane û angaştên wan bêbingeh in û ji bo nixumandina pirsgirêkên xwe vê destdirêjî û zulmê li Hewlêrê û gelê Kurd dikin. Helbet sînorê sebra me jî hene. Di êrîşa dawî ya şeva borî de, li Hewlêrê malbatek bêguneh qetil kirin. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Bê guman ev êrîş ne wêrekdar û ne jî mêrxasî ye, lê belê ji bo sûcdaran şerma herî mezin e.
Banga min li gelên Îranê re ye: Me hertim rêz li gelên Îranê girtiye û destê dostanî û biratiyê dirêjî wan kiriye. Dixwazim wan dilniya bikim ku ji bo vî tawan û sûcê ku li dijî Hewlêrê û gelê Kurd pêk hanîne, ti sedemek êrîşkaran tune ye. Ez ji we daxwaz dikim, eger êrîşkar rê bidin we, werin Hewlêrê û bi çavên xwe rastiyê bibînin. Bibînin ka çawa sûcdar û êrîşkar bi angaştên derewîn we dixapînin.
Ew nikarin vê zilmê heta hetayê bidomînin û em nikarin li hemberî vê zilm û neheqiyê bêdeng bimînin. Ji bo êrîşkarên Îranê peyama min ev e:
Dibe ku şehîdkirina jin, zarok û welatiyên me ji bo we cihê serbilindiyê be. Ez jî dibêjim hun dikarin me bikujin lê belê piştrast bin ku hun nikarin vîna me bişkênin. Gelê Kurd xwe dispêre Xweda û rewatiya doza xwe, Xweda ji her zalim û hêzekî mezintir e.
Mesûd Barzanî 16ê Kanûnê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin