Kiliçdaroglu: Em ê kar bidin mamosteyên Kurdî

Kiliçdaroglu: Em ê kar bidin mamosteyên Kurdî

PeyamaKurd – Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku ew ê di bin banê ÎSMEKa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de kursên kurdî vekin û ji bo vê jî ew dê kar bidin mamosteyên Kurdî.

Kemal Kiliçdaroglu di bernameya ‘Hakkı Savunanlar Platformu’ (Platforma Parêzvanên Heqiyê) de bi mamosteyên Ziman û Edebiyata Kurdî re civiya.

Kiliçdaroglu li wir got:

“Pirsgirêka perwerdehiya zimanê zikmakî bêguman dikare were çareserkirin. Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafê xwezayî yê her kesekî ye.”

Serokê CHPê diyar kir ku wê di bin banê Kursên Perwerdehiya Pîşeyî û  Hunerî li Stenbolê (ÎSMEK) de kursên Kurdî vebin. Kiliçdaroglu herwiha da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ji bo kesên kal û pîr ku ji bilî Kurdî bi zimanekî din nizanin xizmeta bi Kurdî bê dayîn.

Kiliçdaroglu, “Eger ew kar nedin mamosteyên Kurdî, em dê wan li şaredariyên xwe bixin kar.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin