Serokwezîr Barzanî: Rê nedin ku ol ji bo siyasetê bên bikaranîn

Serokwezîr Barzanî: Rê nedin ku ol ji bo siyasetê bên bikaranîn

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel nûnerên hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê, beşdarî merasîma bîranîna rojbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhammed bû. Serokwezîr Barzanî, di axaftina xwe de bang li mamosteyên olî jî kir ku rê nedin bikaranîna ola Îslamê.

Mesrûr Barzanî, ligel Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî û serkirdeyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê, îro li Hewlêrê beşdarî merasîma jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhammed bû.

 Serokwezîr Barzanî, di merasîmê de axaftinek jî kir û got ku

“Ez xwe bi rûmet dibînim ku îro ji bo pîrozkirina vê salvegera pîroz a Pêxemberê Xwedê yê dawî, rêberê mirovahiyê Hezretî Muhammed de di xizmeta we de me. Divê îro em hemû bextewar bin ku Xweda ev kerem daye mirovan. Lê em binihêrin ka Pêxember di jiyana xwe de çi kiriye û şîretên çawa li mirovan kirine.

Pêxemberê Îslamê, ji bo rûbirûbûna newekheviyê, ji bo rûbirûbûna zilmê, ji bo rûbirûbûna binaxkirina jinan hat. Ji bo ku ev bendeya Xwedê nebe koleyê tu kesî, ji bilî ku bibe olî, pêşxistina exlaqê û nirxên bilind, Îslam ola mirovahiyê û Xweda, îbadet û parastina nirxên bilind ên exlaqî ye.

Divê civakbûna gelan, têkiliya gelan li ser esasê jiyana hevbeş û evînê bê avakirin. Ez gelek kêfxweş im ku îro em li Kurdistanê xwedî nirxên pîroz in ku hemû ol li Kurdistanê bi azadî bi hev re dijîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê, di axaftina xwe de bang li mamosteyên olî jî kir ku ew rê nedin kes yan grûpan ku ola pîroz a Îslamê yan jî oleke din, ji bo ajandayên siyasî werin bikaranîn.

Serokwezîr Barzanî di dawiya axaftina xwe de got ku

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî berdewam û bê cudahî, xizmeta hemû ol û mezhebên li Herêma Kurdistanê dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin