PeyamaKurd – Bi çend peyaman Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ser hêzên Pêşmerge û destwerdanên wê yên di xwepêşandanên Herêma Kurdistanê de, bi tundî şermezar kir.
Li ser hesabê xwe yê Twitterê Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn:
“Em bi tundî êrîşa şeva borî ya çekdarên PKKê ya ser hêzên Pêşmerge li devera Amediyê şermezar dikin. Di vê demê de, sê Pêşmerge û efserê asayîşê, li ser destê çekdarên PKKê hatin şehîdkirin.”
Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kir:
“Ev êrîşên PKKê û hewldanên wan bo destwerdan û ketina nav xwepêşandanên aştiyane yên welatiyên Herêma Kurdistanê, gefê li aramiya herêmê dixwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin