PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê kolberekî din ê Kurd bi navê “Kerîm Asmanî” temen 47 salî û kurê Şerîf û xelkê gundê “Necna serê” yê girêdayî bajarê Banê, bi guleya rasterast li ser sînorê “Hengejal” ê girêdayî bajarê Banê kuştin.
Li gor zanyariyan, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, roja Çarşemê bi bê agahdarkirina berê û ji nêzîk ve, ew kolberê Kurd dane ber guleya rasterast.
Hat ragihandin ku ew kolber xîzan û bavê şeş zarokan bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin