PeyamaKurd - Wezîrê Aborî û Pîşesazî yê Îsraîlê Nir Barkat li dijî rejîma Îranê bi tûndî axivî û got: "Îran serê mar e. Ew ji bo Îsraîlê bûye armanceke rewa,"
Wezîr Barkat, di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya Telegraph ku yek ji rojnameyên sereke yên Brîtanyayê ye, anî ziman ku rejîma Îranê êdî ji bo Îsraîlê bûye armanceke rewa.
Barkat, ji ber polîtîkayên rejîma Îranê yên li dijî rikberên rejîmê û bi taybetî Îsraîlê, rejîma Îranê wek 'Serê Mar' pênase kir û wiha peyivî:
"Serê mar jî Tehran e. Pêşniyaza min ew e ku divê stratejiya ku Serok Kennedy di qeyrana mûşekan a Kubayê de bi kar anîbû bê pêkanîn. Divê em bi zelalî bi Îranê bidin têgihîştin ku ew bi deste hevkaren xwe yên aliyên sêyemîn li dijî Îsraîlê êrîşan pêk bînin, wê tola van êrîşan bê standin. Divê Îran baş zanibe ku em bi şevan ranekevin, ew ê jî nikaribin ranekevin."
Barkat da zanîn ku Îsraîl ji şerekî dirêj re amade ye û got, "Divê metirsiya Hîzbullahê jî ji holê bê rakirin."
Serokê berê ye Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John F. Kennedy, di de dema qeyrana mûşekan a Kubayê de gotibû: Ger Kuba mûşekekê bihaveje me, divê em jî bi avetina mûşekeke ya Moskowê bersiv bidin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin