Rûsya: Eger bombeyên mîsket bisînin Ûkraynayê wê Rûsya jî bombeyên weka mîsket bikarbîne

Rûsya: Eger bombeyên mîsket bisînin Ûkraynayê wê Rûsya jî bombeyên weka mîsket bikarbîne

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser mijara ku wê Amerîka û Rojavayî bombeyên mîsket bidin Ûkraynayê ragihand ku di destê Rûsya de bi hêztir bombeyên mîsket hene û dikare wan bikarbîne. Şoygu her weha got ku Rûsya gelek çek û alavên leşkerî yên Ûkraynayê îmha kirine û wê di sanayiya bergiriyê de hilberîn zêde bibe.

Wezîr Şoygu axaftina xwe weha dewam kir:

“Ji adara 2022an heya niha di çarçova sanayiya bergiriyê de, çekên ku hatine kirîn û yên ku hatine nûjenkirin, 1,8 car zêdetir bûye. Li Rûsyayê jî hilberîna muhîmmatan zêde bûye û nisbet ji %10 zêdetir bûye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin