PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Koreya Bakur ve hat dayîn, Rêveberiya Koreyê, gavên dawî yên leşkerî wekî ‘sorkirin’ nirxand û li ser bûyerên ku li herêmê diqewimin, Amerîkayê wekî berpirsiyar nîşan da.
Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Koreya Bakur ve berdevkekî ku navê xwe eşkere nekir, bi daxuyaniyeke nivîskî Amerîkayê hişyar kir. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin ku
“Heger Amerîka naxwaze rewşeke ku zirarê li ser berjewendiyên ewlehiya xwe peyda bike, bila demildest dest ji van tetbîqatên hevpar ên asîmanî berde.”
Hat diyarkirin ku hişyariyên Pyongyangê, ji bo pêkanîna aramî û biryardariya li Nîvgirava Koreyê ye û nîşaneya hewil û sebirê ye.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîkayê, di bin navê hinceta jêgerînê de sorkirinên xwe berdewam dike û Koreya Bakur jî ji bo parastina rewa, pêvajoya perwerdehiyên xwe yên ku dê di 4ê Mijdarê de bi dawî bibûya, dirêj kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku rêveberiya Koreya Bakur, van kirinên Amerîkayê yên li dijî ewlehiya serweriya dewletê û çalakiyên li dijî aştî û biryardariyê ku bi bêberpirsiyarî dewam dikin, şermezar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin