Ji Netanyahû û Zelenskiy spasî bo Amerîkayê

Ji Netanyahû û Zelenskiy spasî bo Amerîkayê

PeyamaKurd- Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pakêta alîkariya derve ya ji 95,3 milyar dolaran pêk tê pejirand. Li gorî wê projeyasaya hate qebûlkirin wê 26,4 milyar dolar alîkarî bo Îsraîlî, 60,8 milyar dolar bo Ûkraynayê û 8,1 milyar dolar alîkarî jî ji bo Taywanê bê kirin.

Projyasaya pakêta alîkariyê piştî dendgana li senatoyê dê ji bo îmzeyê pêşkeşî Serokê Amerîka Joe Biden bê kirin.

Piştî pejirandina pakêta alîkariyê Serokomarê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy, spasiya Amerîkayê kir û got, dê pakêta alîkariyê ya 60,8 milyar dolaran wê rê li ber berfirehbûna şer bigire, canê bi hezaran mirovan rizgar bike û ji bo bihêzbûna herdu netewên Amerîka û Ukaryanê bibe alîkar.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî piştî pejiradina projeyasayê got, “Ji herdu partiyên Amerîkayê piştgiriyeke xurt bo Îsraîlê heye. Herdu jî berevaniyê li şaristantiya Amerîka û Rojava dikin. Spas hevalno, spas Amerîka.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin