Li Koreya Basûr F-16yeke DYA ket xwarê

Li Koreya Basûr F-16yeke DYA ket xwarê

PeyamaKurd - Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku îro danê sibê firokeyeke wan a şer a F-16 li peravên deryaya rojavayê Koreya Başûr ketiye. Artêşê da zanîn ku pîlotê firokeyê dikaribûye xwe ji mirinê rizgar bike.

Fermandarê Hêza Hewayî ya 8emîn a Hêzên Asmanî ya DYAyê Serbaz Matthew C. Gaethke di daxuyaniya di derbarê bûyerê de got:, "F-16ek ji frokeya Şer a 8emîn, dema ku li ser Deryaya Rojavayê Koreya Başûr difiriya rastî rewşa awarte hat û kete xwarê."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pîlotê vê frokeya ku ketiye, bêyî ti ziyaneke canî xwe ji frokeyê avêtiye û rizgar bûye û ew arasteyî nexweşxaneyê kirine.

 

Serbazê Amerîkî Gaethke di daxuyaniyê de ji bo hevkariya mirovî ya Koreya Başûr a di dema operasyona rizgarkirinê de spasiyê pêşkêşî hêzên rizgarker û hemû kesên ku beşdarî rizgarkirina bi lez a pîlotê froyeya wan bûne kir.

Gaethke got, "Em ê niha bala xwe bidin lêgerîn û vegerandina frokeyê."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta lêkolînên berfireh ên li ser bûyerê neqedin, wê di derbarê sedema rewşa awarte ya di dema firînê de agahî nayên dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin