PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro
Artêşa DYAyê ragihand ku Hûsiyên girêdayî rejîma Îranê, îro ji Yemenê, bi 2 mûşekên balîstîk ên keştîbarankirinê hêrişî keştiyên DYA û hevepeymaniyê kirine, lê di encama hêrişê de ti ziyaneke canî û malî çênebûye.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ya di rûpela medyaya civakî ya Xê de hate parvekirin de hate gotin ku artêşa DYA û hêzên hevpeymaniyê jî wek bersivdanê hêrişî hêzên Hûsiyan dikine û di encama hêrişê de 9 makên mûşekên keştîbaranê û 2 frokeyên bêmirov ên Hûsiyan têk birine.
Piştî ku di 7ê Cotmeha sala çûyî de li Xezzeyê şerê navbera Îsraîl û Hemasê destpê kir, Husiyan ragihandibûn ku ji bo piştgiriya Hemasê ew ê li Deryaya Sor û Kendava Adenê, li dijî keştiyên Îsraîlê yê yên pê re pêwend hêrişan pêk bînin.
Piştî pêkanîna hêrişan DYA û Brîtanyayê li dijî van hêrişan hevpeymaniyekê damezirandin û li dijî Hûsiyan dest bi hêrişan kirin.
Ev demeke hejmara hêrişên berhember pir zêde bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin