Baregeha Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

Baregeha Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd – Baregeha Barzanî, îro Înê li ser wefata hunermendê naskirî Hawta Eshed peyameke serxweşiyê belav kir û sersaxî li malbata hunermend Hawta Eshed kir.

Di peyama Baregeha Barzanî de wiha hat gotin, “Birêz malbata hunermend Hawta Eshed. Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayeta navdar û diyar a huner û Hewlêrê, hunermend Hawta Eshed gîhîşt me.

Serxweşiyê li malbata birêz û temamê hunermendên Kurdistanê, meriv û kesûkarên hunermendê koçkirî dikin û em hevbeşê xema hemû aliyan in.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikin sebr û aramî bide malbat û kesûkaran û ruhê xwedê jê razî hunermend Hawta Eshed bi rehmeta xwe û bi beheşta xwe şad bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin