PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê axaftinek kir û daxwaza derketina leşkerên Tirk û Amerîkî ji axa Sûriyê kir.
Mîqdat herwiha ji bo rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê got: “Em kemîneya cudaxwaz a li Bakurê Rojhilat li hember xewnên ku ji aliyê Sûriyan ve têne redkirin, hişyar dikin. Çimkî ji ber van xewnan yên cudaxwaz xwe li qada hêzên ku li dijî yekîtiya Sûriyeyê komployê dikin, dibînin. Baweriya bi hêzên derve xapandin e.”
Miqdad herwiha gef li rêveberiya Rojava xwar û diyar kir “Divê ew ji xemsariyên xwe vegerin û ji pêşiyên xwe ders werbigirin. Divê neyê jibîrkirin ku şert girtina li ser hêzên biyanî û piştgiriya dagirkeran şertgirtineke têkçûyî ye.”
Wezîrê Derve yê Sûriyê rêveberiya Enqerê jî bi tawanên şer ên li dijî Sûriyan, qutkirina ava vexwarinê û "Tirk kirina" mirovên ku li axa "dagirkirî" yên Sûriyê dijîn tawanbar kir û got: “Dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û Amerîkayê ve bi bihaneyên ne bawer û talankirina çavkaniyan divê demildest û bê şert û merc bê rawestandin.”
Feysel Miqdad diyar kir heta ku heremên Sûriyeyê bikeve bin kontrola hikûmetê ew dê li dijî terorîstan şerê xwe bidomînin û got: “Hebûna leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê li bakurê Sûriyê neqanûnî ye û binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin