PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, beriya ku ji bo beşdarî Lûtkeya NATOyê bibe, ligel rojnamevanan axivî.
Recep Tayîp Erdogan, beriya ku ji bo beşdarî Lûtkeya NATOyê bibe, li paytexta Lîtvanyayê Vilniusê li Balafirgeha Ataturkê di civîna çapemeniyê da axivî.
Erdogan, li ser pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê jî şertê endamtiya welatê xwe ya Yekîtiya Ewropayê da û wiha axivî:
"Pêşî werin, rê li ber Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê vekin, paşê jî çawa me rê li ber Fînlandiyayê vekir, em ê rê li ber Swêdê jî vekin.
Ez ê bangewaziya xwe ji hevalbendên ku di Lûtkeya NATOyê de li ser Tirkiyeyê sepandin û qedexeyan ferz dikin dubare bikim ku bi lez ji vê xeletiyê vegerin. Pêşveçûna pêvajoya endamtiya Swêdê ya di NATOyê de bi cîbicîkirina mijarên ku di peymana sê alî de hatine tomarkirin ve girêdayî ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin