Rûsya: Em bi Amerîka re danûstadina ser guherîna girtîyan nakin

Rûsya: Em bi Amerîka re danûstadina ser guherîna girtîyan nakin

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Ryabkov bi daxuyaniyekê diyar kir, ew bi Amerîka re danûstadina ser guherîna girtîyan nakin. Ji ber wê, gumana ji bo serbestbûna endamê berê yê Hêzên Deryayî yên Amerîka Paul Whelan pûç dibe.

Hêzên Deryayî yên Amerîka Paul Whelan, bi pasaportên Amerîka, Brîtanya, Kanada û Îrlanda di Hezîrana borî de bi sîxuriyê hatibû tawanbarkirin û 16 sal cezaya girtîgehê sitandibû.

Paul Whelan îdiayên ser sîxuriyê red kiribûn û Washingontê ji Moskowê xwestibû ku Whelan berde.

Herwiha karbidestên Rûsya îdia kiribûn ku Whelan di Berfabara 2018an de li oteleke Moskowê bi hin agahiyên veşartî li ser sûcê xwe hatibû girtin.

Moskowê di Rêbendanê de eşkere kiribû ku Whelan li rojava bi awayekî masûm tê raberkirin û îdia kiribû ku ew sûcdar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin