PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li navça Çemçemalê, nêzî seha petrol û xazê ya Kor Morê qeza çêbû û di encamê de 2 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê rêvebiriya tenduristiyê ya Çemçemalê de hat kirin. Rêvebiriya tenduristiyê ya Çemçemalê weha got:
“Li nehiya Qadir Keremê nêzî rafîneriya Kor Morê 2 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 3 Pêşmergên 30, 32 û 35 salî jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanê beşa lezgîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin