PeyamaKurd – Êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê dewam dikin û di êrîşa dawî ya hewayî de 6 kes hatin kuştin. Li gor rayedarên Ûkraynayê ragihandine; Rûsya dema bi dronê êrîşê ser Zaporijyayê kiriye, 2 kes can dane.
Li bajarê Kryvyi Rihê, fuzekî li otêlekî ketiye û di encamê de 4 kes mirine, 16 kes jî birîndar bûne. Hem di êrîşê de 6 dukkan, 4 apartman û 8 otomobîl xesarê dîtin.
Bi êrîşa ser Zaporijyayê û ya ser Rihê bi temamî di êrîşên dawî yên hewayî de 6 kes hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin