PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a amerîkî encamên dawî yên pêşbirka seroktiya Amerîkayê yên rêjeya dengên Donald Trump û Kamala Harris eşkere kir.
Li gorî rapirsiya WSJê, namzedê Komariyan Trump bi ferqeke hindik li pêşiya namzeda Demokratan Kamala Harris e ku beriya niha ku behsa navê Joe Biden dihat kirin, ferq hîn zêdetir bû.
Di rapirsiya WSJê de, Trump ji sedî 49 û Kamala Harris jî ji sedî 47 xuya dike.
Di vê rapirsiyê de Trump tenê bi du puanan li pêşiya Harris xuya dike ku her diçe rêjeya dengên Harris jî zêde dibin.
Hilbijartinên seroktiyê yên Amerîkayê wê di Mijdara 2024an de bên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin