Talîbanê hejmarek kes ji bo hikûmeta xwe erkdar kirin

Talîbanê hejmarek kes ji bo hikûmeta xwe erkdar kirin

PeyamaKurd  - Tevgera Talîban a dest daniye ser rêveberia Afganistanê dest bi birêvebirina hikûmetê kiri û hejmarek kes ji bo wezaretan û erkên din destnîşan kirin.

Li gorî nûçeya ajansa Pajhwok, Talîbanê ji bo Wezareta Darayî, Serokatiya Îstixbaratê û Wezareta Navxwe ya Afganistanê kesên nû erkdar kirin.

Hat eşkere kirin ku Gul Axa wek Wezîrê Darayî, Sadr Îbrahîm ji bo wekîltiya Wezareta Navxwe, Necîbullah wek Serokê Îstixbaratê, Molla Şirîn bû parêzgarê Kabulê û Serokê Şaredariya Kabûlê jî Hamdullah Nomanî hatiye destnîşankirin.

Hîn agahiyên berfireh derbarê erkdarkirina hikûmeta Talîbanê de nehatine eşkere kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin