Robert Golob, bû Serokwezîrê Hikûmeta Nû ya Slovenyayê

Robert Golob, bû Serokwezîrê Hikûmeta Nû ya Slovenyayê

PeyamaKurd-Parlementoya Slovenyayê, ‘Hikûmeta Navendî ya Çepgir’erê kir. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Hikûmeta Nû ya Slovenyayê Robert Golob, wekî serokwezîr hatiye erkdarkirin.

Di rûniştina Parlementoya Slovenyayê de hikûmet û wezîrên nû yên hikûmetê hatin diyarkirin. Hat ragihandin ku Robert Golob bi piraniya dengan, wekî Serokwezîrê Slovenyayê hatiye erkdarkirin. Hat zanîn ku di rûniştina demdirêj a parlementoyê de 28 parlementeran dengên ‘Na’ bi kar hanîne û 53 parlementeran jî dengên ‘Erê’ bi kar hanîne.

Li Slovenyayê, di 24ê Nîsanê de hilbijartina Giştî hatibû kirin û Robert Golob, li hember Janez Jansa ê ku 3 serdem bû serokwezîrtiyê dikir, bi ser ketibû. Robert Golob, Endezyarê Elektrikê ye û 55 salî ye. Hat ragihandin ku Golob, li ser Partiya Tevgera Azadiyê, îsal tevlî siyasetê bûye û armanca wî jî avakirina hikûmeteke bi îstîkrar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin