PeyamaKurd – Yek ji fermandarên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê Fîras Çekjîn diyar kir, ji bo têkbirina îstîqrara herêmê di navbera dewleta Tirk a dagirker û DAIŞê de koordîneyeke eşkere heye.
Yek ji fermandarên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê Fîras Çekjîn têkildarî meşandina Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê axivî û got: "Operasyona ewlehiyê piştî ku demeke dirêj çalakiya çeteyan hate şopandin bi hevkariya HSDê pêk hat."
Çekjîn da zanîn: "Hedefgirtina xalên HSDê û Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê ya beriya mehekê, hemwextî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Ji ber ku di navbera DAIŞê û dewleta Tirk a dagirker de koordîneyeke eşkere heye."
Di berdewamiyê de Çekjîn eşkere kir: "Bê guman DAIŞê hewl da ji nû ve xwe bi rêxistin bike û bi taktîkên nû êrişî herêmê bike. Me ev xeteriya ku gefan li gelê me dixwe, dît û me li gorî wê operasyona ewlehiyê ya serdegirtina şaneyên DAIŞê li herêmê diyar bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da destpêkirin."
Çekjîn destnîşan kir, pêngav li gorî plansaziya hatiye danîn tê birêvebirin û ev tişt got: "Hêzên me gelek çete girtin, mîqdareke zêde ji çek, cebilxane û alavên leşkerî yên ku DAIŞê amadekariya bikaranîna wê li dijî hêzên me û welatiyan dikir, desteser kirin. Me jî plansaziyên ku DAIŞê û piştgirên wan dikirin, hedef girtin."
Fîras Çekjîn diyar kir: "Di navbera hêzên ewlehî û şêniyên herêmê de hevkariya baş heye. Em helwestên wan ên mezin di vê pêngavê de pîroz dikin. Divê welatî her tiştekî gumanbar dîtin agahiyê bidin."
Herî dawî Fermandar Fîras Çekjîn da zanîn: "Di salvegera rizgarkirina Kobanî de peyamên eşkere yên dewleta Tirk a dagirker û çekdarên wê hene. Ew hewl didin derbeyê li îstîqrara herêmê bidin. Lê bi ruhê berxwedana Kobanî ku DAIŞê di aliyê erdnîgariyê de li Sûriyê bi dawî kir em ê vê fikirê, jêder û piştgiriyên wan têk bibin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin