Zelensky û Elon Musk li ser 'projeyên kozmîk' axivîn

Zelensky û Elon Musk li ser 'projeyên kozmîk' axivîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê 6ê Adarê Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky bi rêya vîdyo konferansê ligel xwediyê Tesla û SpaceXê Elon Musk axivîye.

Zelensky ragihand ku wî li ser êrîşa Rûsyayê ya ji 24ê Sibatê ve li ser welatê wî berdewam dike agahî dane Musk.

Zelensky got: "Bi Elon Musk re axivîm. Ji ber piştgiriya wî ya bi çalakî û gotinên wî spasdarim. Em li ser projeyên kozmîk û piştî şer serdana wî ya Ûkraynayê axivîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin