PeyamaKurd – Li gor ragihandina şîrketa anketan ya ku navenda wê Amerîkaye ya bi navê Gallupê, di lêkolîna xwe de dibêje ku di sala 2021an de di asta dinyayê de ji mirovên gihaştî %16 ê wan ku dike 900 milyon mirov, eger derfetên wan hebin dixwazin terka welatê xwe bi awayekî mayînde bikin. Pandemiya Kovid-19ê di demên dawiyê de jimara koçberan kêm kiriye lê ber lê negirtiye.
Li gor anketan; di hevdîtinên li 122 welatan de li ser 127 hezar kesî anket hatiye kirin ku di sala duyem ya pandemiyê de, xwestina mirovan ya koçê di nav deh salên dawiyê de gihaye asta herî bilind. Lêkolîn ketiye sala 2021an ku dikeve wexta normalbûna dinyayê.
Li Sahra Afrîkayê, Latîn Amerîka, Karayîpan û li hinek herêmên Asyayê xwesteka koçê di nav 10 salên dawiyê de di asta herî zêde de ye. Ev daxwaz li her derê dinyayê weka hev nîne. Li welatên YA û Asya Rojhilat daxwaza koçê kêm bûye, li welatên weka Almanya û Fransa de, li rojhilatê Asya li Kora başûr û Çînê daxwaza koçê kêm bûye.
Li gor anketê; Amerîka Bakûr û welatên YA yê ne di nav wan de li 13 welatan, nîvê nûfûsa gihaştî hetta belkî zêdetirê wê, eger derfetên wan hebin dixwazin herin welatekî dinê.
Di anketê de encamekî din heye ku ji bo çûna Amerîkayê ji sala 2007an heya sala 2021ê xwestina çûnê di rêza herî pêşde ye lê ji sala 2017an û heya niha dawxaz kêm bûne. Dibe ku sedema wê, gotinên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump be ku asta xwestina koçê daxistibe. Di anketê de %8 ê kesên tevî anketê bûne %8 ê wan dixwazin herin Kanada ku ev nisbet dike 74 milyon kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin