Rojava | “Pistî du hefteyan dîyaloga Kurdî-Kurdî dest pê dike”

Rojava | “Pistî du hefteyan dîyaloga Kurdî-Kurdî dest pê dike”

PeyamaKurd – Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê (PÇDKS) Salih Gedo, eşkere kir ku di nav du hefteyên bê de de diyaloga kurdî-kurdî ya di navbera ENKSê û partiyên girêdayî PYDê de dest pê dike.

Salih Gedo ji K24 re gotiye, di du hefteyên bê de diyaloga kurdî-kurdî dest pê dike û ew hêvîdar e şandên herdu aliyên siyasî bi berpirsyane û cidî serederiyê bi vê proseyê re bikin.

Çend roj berê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî gotibû: “Niha daxwaza dubare destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî tê kirin, pêkan e jî di dawiya meha Tebaxê ya bê de, danûstandinên Kurdî - Kurdî ji nû ve dest pê bibin.”

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif jî li ser vê daxuyaniyê gotibû: “Ji dema ku diyalog di dawiya 2020an de hatine rawestandin ve, me her tim daxwaza diyaloga Kurdî – Kurdî kiriye û me ji Amerîka û welatên Ewropî re jî gotiye ku em her tim jê re amade ne, lê aliyê din (PYNK) ne amade bû û ofîsên ENKSê dişewitandin û serkirde û endamên wê digirtin.”

Feysel Yûsif dibêje: “Mijara diyaloga Kurdî – Kurdî, stûneke sereke ye û berjewendiya miletê me tê de heye û pê re ne, lê divê bingehek ji diyalogê re hebe û divê girtî bên berdan û êrîşên ku di ragihandinê de li ser ENKSê tên kirin bên rawestandin. Dema ku em li hevdu rûnin, divê bawerî di navbera me de hebe.”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl jî piştî van daxuyaniyan gotibû, ew her tim ji diyaloga kurdî – kurdî re amade ne, lê haya wan ji dema dubare destpêkirina wê tune ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin