PeyamaKurd- Hilbijêrên Makedonî bo referandûmê li ser sindoqên xwe ne. Peymana ku li ser navê Makedonyayê ya di navbera Yûnanistan û Makedonyayê hatiye kirin, bo qebûlkirina wê hilbijêr niha li ser sindoqane.
Hilbijêrên ku mafên wan yên dengdanê hene 1 mîlyon 806 hezar û 336 kesin ku navên wan hatiye qeydkirin. Dengdan dê di navbera siet 07.00 û 19.00an de bê dayîn.
Pirsên di referandûmê de ev e ku di peymanê de navê Makedonyayê weke “Komara Makedonya ya Bakûr” bê guhertin û “hun dixwazin bibin endamê Yekîtiya Awrûpayê û endamê NATO yê” ye.
Ji 12 hezaran bêhtir çavdêr referandûmê dişopînin. Jimara wan bi temamî 11 hezar û 907 kesin ku hemwelatînê û jimara yên biyanî 493 kesin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin