PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li taxa Medyayê di navbera pêlewerên bazarê û xwediyê kiraatxaneyekî de pevçûn derket. Di pevçûnê de sîlih hatin bikaranîn.
Di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxaneyan. Tîma lêkolînê ya emniyete li ciyê bûyerê xebatên xwe dike.
Navên kuştî û birîndaran tevî sedema pevçûnê nehat zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin