Zelenskiy: Hejmara miriyan, zêde dibe!

Zelenskiy: Hejmara miriyan, zêde dibe!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku hejmara sivîlên ku di encama êrîşa moşekî ya artêşa Rusyayê ya li ser bajarê Dnipro de jiyana xwe ji dest dane, derket 25an.

Zelenkiy, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hejmara kesên ku duh piştî ketina moşeka Rus li maleke 9 qatî ya Dniproyê jiyana xwe ji dest dabûn zêde dibe û diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêma mayînan dewam dikin.

Volodimir Zelenskiy diyar kir ku hejmara sivîlên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, derket 25an û diyar kir ku di nav miriyan de zarokek jî heye.

Zelenskiy bi bîr xist ku piştî êrîşa ku 13 jê zarok 73 kes birîndar bûn, 6 zarok ji bin xirbeyê hatine rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatibûn ragihandin, li Dniproyê ji ber êrîşê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û li ser vê rewşê, 3 roj şîn hatibû îlankirin.

Hat ragihandin ku ji bo sivîlên bêwar ên li qada kavilan, kon hatine vedan û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin