Li Eyn Îsayê 64 hezar donim erd hatin sewitandin

Li Eyn Îsayê 64 hezar donim erd hatin sewitandin

PeyamaKurd – Di encama topbarana çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê de, li gundewarê Girê Spî û Til Temirê agir bi zeviyên çandiniyê ket. Herwiha kesekî sivîl ku xwestiye agir vemirîne jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên xwecihî doh 8ê Hezîranê di saetên şevê de artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wan gundê El-Ehmediyê yê Girê Spî û gundê Qasimiyê yê navçeya Til Temirê topbaran kirin û piştî topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Herwiha li gorî agahiyên jêderên ji bajarê Girê Spî yê hatiye dagirkirin jî li gundê Yabisê erdên cotkaran agir pê ketiye û zeviyên gundê Silêlih jî daye ber xwe û bi qasî 4 hezar û 500 donim erdê çandî bûye xwelî. Kesekî sivîl ku xwestiye agir vemirîne jî bi giranî birîndar bûye.

Li gorî amarên Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê dane, di encama êrîş û topbaranan de heta niha zêdetirî 64 hezar donim zeviyên Eyn Îsayê şewitîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin