PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) çekdarên DAIŞê doh 27ê Nîsanê êvarê êrîşî ser xwarina fitarê ya eşîreke ereb kirine û di encamê de 7 kes hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin, çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê dema fitarê li gundê Finêcînê yê bajarokê Ebû Xeşeb ê gundewarê bakurê Dêrazorê bi ser mala serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Giştî ya Encûmena Sivîl a Dêrazorê, Newres Hemîş de girtine û di encamê de 7 kes hatine kuştin û 4 kes jî hatine birîndar kirin.
Piştî êrîşê DAIŞê li ser medya civakî ew êrîş li xwe girtiye û daye xuyakirin ku ji bo “tolhildana” kuştina herdu serkirdeyên DAIŞê ew êrîş hatiye encamdan.
Hêjayî gotinê ye, DAIŞê ji roja 17ê Nîsanê ve êrîşeke tolhildanê ji bo herdu serkirdeyên xwe daye destpêkirin ku herdu serkirdeyên DAIŞê Şêx Ebû Ibrahîm Elhaşimî Elqureşî û Şêx Ebû Hemze Elqureşî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin