Kirmasan | Xortê ku hêzên rejîma Îranê ew kor kiribûn xwe kust

Kirmasan | Xortê ku hêzên rejîma Îranê ew kor kiribûn xwe kust

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirov Hengawê ragihand ku li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê xortekî kurd bi navê Muhsin Mehmûdî Kiryanî (28 salî) ku beriya niha hêzên rejîma Îranê ew kor kiribûn, li mal xwe xeniqand û dawî li jiyana xwe anî.

Malbata xortê kurd ji Hengaw re daye xuyakirin, Muhsin di xwepêşandanên payîza sala 2019an de li Kirmaşanê bi guleya hêzên ewlehiyê yên Îranê birîndar bubû û her du çavên wî kor bûbûn.

Endamekî malbatê gotiye, Muhsin bi birîndarî hatibû girtin lê ji ber ku berpirsên girtîgehê nehîştibûn were dermankirin, her du çavên xwe ji dest dabûn.

Hat diyarkirin ku piştî ew xort kor bûye hatiye berdan û berpirsên girtîgehê ji malbata wî re gotine, bi şertekî ku hûn ji medyayê re behs nekin em ê “diye” (qerebû) bidin we.

Piştî 18 mehan ti xeberek ji qerebûya hikûmetê çênebûye û herî dawî Muhsin, ku ji ber çavên xwe û rewşa aboriya xwe bi nexweşiya derûnî jî ketibû doh 5ê Sibatê êvarê xwe xeniqandiye û can daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, xwepêşandanên payîza sala 2019an ji ber girankirina nirxa benzînê li seranserê Îranê hatibûn kirin û pêla wê derbasî gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî bûbû. Di wan xwepêşandanan de bi sedan kes hatibûn kuştin ku tenê li Kirmaşanê zêdetirî 32 kes bi destê hêzên rejîmê hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin