Amerîka: Li Suriyeyê, serkirdeyên ISÎDê hatin kustin

Amerîka: Li Suriyeyê, serkirdeyên ISÎDê hatin kustin

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ve hat ragihandin, li Rojhilatê Suriyeyê 2 terorîstên payebilind ên rêxistina terorî ya IŞÎDê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji terorîstên hatine kuştin, berpirsiyarê Parêzgeha Suriyeyê yê rêxistina terorî ya IŞÎDê bûye.

 Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat destnîşankirin ku di saet 02.02yan de li bejahiyê 2 terorîstên payebilind ên ku di nav wan da berpirsê eyaleta Suriyeyê yê bi bernavkê Enes ê rêxistina terorê ya IŞÎDê jî heye û teror bi êrîşa helîkopterê hatine berterefkirin.

 Hat diyarkirin ku di operasyonê de li gorî tesbîtên pêşîn, zerar negihiştiye sivîlan û wiha hat gotin: 

“Amerîka ji bo li dijî gefa IŞÎDê ya global li ber xwe bide, soza xwe berdewam dike. IŞÎD, li ser şopandina ajandayeke operasyonê ya tund berdewam e û ku di nav de êrîşên derve yên ku gefê li hevalbend û hevkarên Amerîkî yên li herêmê û derveyî wê dikin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku IŞÎD li ser ewlekarî û aramiya herêmê metirsiya xwe berdewam dike.

Berdevkê CENTCOMê John Buccino, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:

"Ev operasyon, soza jidil a CENTCOMê ya ji bo têkbirina mayînde ya komê teqez dike. Kuştina van IŞÎDiyan, dê êrîş û plansaziyên li dijî Rojhilata Navîn vala derxe û dê îstîqrara wan xirab bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin