PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşwazî li pêşketinên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û xwest hikûmeta navendî ya Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Konseya Ewlekariyê derbarê şandên ku serdana Iraq û Kuweytê kirine daxuyaniyek belav kir ku tê de got: “Di wê serdanê de şanda me pêşwaziya wan pêşketinan kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi pêkanîna hikûmeta nû kiriye.”
KENYê di daxuyaniyê de bal kişand ser dabînkirina xizmetguzariyên destpêkî ji bo xelkê Iraqê ji aliyê hikûmeta navendî ve û diyar kir, Bexda han dide di hewldanên ji bo çaksaziyê û dewlemendkirina dahata navxweyî de berdewam bin ku ev jî ji bo bicihanîna xwestek û daxwazên xelkê Iraqê ye.
KENY hewla tîmên lêkolînê yên Neteweyên Yekbûyî girîng dibîne ji bo dîtin û parastina wan tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine encamdan.
Şanda Konseya Ewlekariyê ya NY di 28ê Hezîranê de serdana Kuweytê kiribû û di 29ê Hezîranê de jî serdana Iraqê kiribû û bi Serokwezîr û Serokomarê Iraqê û herwiha bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin