PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Tehranê 4 melayên îranî ji aliyê hin kesên nenas ve hatin kêrkirin.
Li gorî nûçeya ajansa Tasnimê, derbarê bûyerê de Beşa Zanistên Tenduristî ya Zanîngeha Qûmê daxuyanî daye û ragihandiye ku 4 melayên îranî li Tehranê ji aliyê hin kesên nenas ve hatine kêrkirin û tedawiya wan dewam dike.
Di nûçeyê de, navê wan melayan û êrîşkaran nehatiye eşkere kirin.
Bajarê Qûmê yê dikeve başûrê Îranê, bi medrese û avahiyên olî tê naskirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin