PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken diyar kir ku di derbarê operasyona leşkerî ya ku Îsraîl plan dike ku li dijî bajarê Refahê li Xezzeyê pêk bîne de tarîxeke wan nîne û diyar kir ku DYA ji bo lihevkirina agirbestê bi Qeter û Misrê re xebatan ji nêz ve didomîne.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron piştî hevdîtina li paytexta Amerîka Washington DC civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Blinken bal kişand ku muzakereyên bi Îsraîlê re yên li ser refahê dewam dikin, diyar kir ku dibe ku hefteya bê ew bi rayedarên Îsraîlê re bicive.
Blinken got, “Ji bo operasyona Refehê dîrokek di destê me de tuneye. Berovajî vê muzakereyên me yên bi Îsraîlê re dewam dikin." Blinken da zanîn ku Îsraîl soz daye ku li seranserê Şerîda Xezzeyê gihandina alîkariyên mirovahî "bi awayekî berbiçav zêde bike" û ji bo cîbicîkirina wan "gavên ewil" avêtine.
Wezîr Blinken destnîşan kir ku doh destûr hat dayîn ku zêdetirî 400 kamyon derbasî Xezzeyê bibin û ev ji 7ê Cotmehê vir ve hejmara herî zêde ye di rojekê de û diyar kir ku DYA ji bo lihevkirina agirbestê bi Qeter û Misrê re xebatan ji nêz ve didomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin