Îsraîlê balyozxaneya Îranê bombe kir

Îsraîlê balyozxaneya Îranê bombe kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îsraîlê hejmarek deverên li derdora Şamê yên Îranê bombe kirine ku avahiyeke kêleka balyozxaneya Îranê jî hatiye bombekirin.

Li gorî ajansên navdewletî ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên xwecihî balafirên şer ên Îsraîlê êrîşeke berfireh li ser gelek deverên Sûriyê yên derdora Şamê pêk aniye.

Hatiyee diyarkirin ku avahiyeke li kêleka balyozxaneya Îranê jî hate bombekirin ku piraniya wê ruxiyaye.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê Îsraîlê mala balyozê Îranê yê li Şamê bombe kiriye.

SOHRê jî li ser êrîşa Îsraîlê daye xuyakirin, dengê teqînan li herêma Mizza ya rojavayê Şamê hatine bihîstin.

Çavkaniyên xwecihî jî didin zanîn ku avahiya hatiye bombekirin dibe avahiyeke bi ser balyozxaneyê ve be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin